Nêçîrvan Barzanî: Nabe mizgeft bibin minbera partiyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, rê nadin ti partiyekê mizgeftan bike minbera armancên xwe.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, rê nadin ti partiyekê mizgeftan bike minbera armancên xwe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya beşdarîkirina di konferansa “Yekxistina Gotara Olî” li Hewlêrê ragihand, rêgiriyê li tundûtûjiyê digirin û divê jêderên tundûtûjiyê jinav dibin, rê nadin ti partiyekê mizgeftan bike minbera armancên xwe, pêwîst e rola mamosteyên olî ya berçav hebe di rûbirûbûna baweiyên tundûtûjiyê de.

Barzanî amaje bi serkeftina Pêşmerge kir û got: “Pêşmerge serkeftinên baş di şerê DAIŞê de bidest xistine û Pêşmerge DAIŞ li ser zemînê têk şikandiye û em hemû qerdarên qurbaniyên Pêşmergeyan in.”

Di beşeke din de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “DAIŞ di warê leşkerî de hatiye şikandin û di nêzîk de DAIŞ jinav diçe.”

Îro konferansa “Yekxistina Gotara Olî” bi beşdariya hejmarek ji berpirsên hikûmet û mamoste û zaneyên olî li Hewlêrê dest pê kir.