NY: DAIŞê hezar û 500 malbatan revandine

Li Şingalê 30 Şêxên Êzdiyan revandin ji wan 18e kuştine.

K24-Nvenda Nûçeyan

Berdevka Komisyona Neteweyên Yekbûyî ya Mafê mirovan ragehand ku, çekdarên DAIŞê 30 şêxên Şingalê revandine û ji wan 18e kuştine.

Derbarê vê yekê Berdevka Komisyona Neteweyên Yekbûyî ya Mafê mirovan Ravîna Şamdasanî di kongiriyeke rojnamevanî de îro, ragehand ku, DAIŞê li Mûsilê hezar û 500 malbat ji bajarê Hemam Elîl revandine ji wan 295 endamên Asayîşê revandine.

Şamdasanî da zanîn ku, çekdarên DAIŞê li Şingalê 30 Şêxên revandine, ji wan 18e kuştine.

Herwiha Berdevka Komisyona Neteweyên Yekbûyî ya Mafê mirovan aşkere kir ku, çekdarên DAIŞê wan welatiyên sivîl weke mertalên mirovî bikartîne.