Erdogan û AKP giliyan li CHP dikin

giliyên sucdariyê kirin.

K24-Navenda Nûçeya

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayib Erdogan û Partiya Maf û Geşepêdanê AK Partî, ji bo daxuyaniya Partiya Komarî ya Gel CHP, ku tê de rexne li siyaseta AK Partî û Erdogan kiribû, giliyên sucdariyê kir.

Derbarê vê yekê Sekreterê Giştî yê AK Partî Abdulhamit Gul di daxuyaniyekê de de wiha gotibû: ”Daxuyaniya Encamî ya Civîna Meclisa CHP ji serî heta dawî bi hakaret û derew hemberî Serokkomarê me, Partiya me û gelê me dagirtiye. Girêdayî vê yekê me giliyê vê daxuyaniyê li gel Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê kir. CHP, li gel rêxitinên terorê dijberiya Komara me û gelê me dike. Milletê me dê bersîva CHP di her qadî de bide!“

Di Civîna xwe ya Meclisa Partiyê de CHP daxuyaniyek enncamî belav kiribû û tê de amaje bi têkiliyên AK Partî bi Qandilê re, herweha hevdîtinên li Dolmabahçeyê di navbeyna hikumetê û çendîn parlementerên HDP de kiribê. Herweha rexne li siyaseta hikumetê girêdayî girtina rojnameya Cumhuriyetê anîbû zimên.