Yeldirim:Zanyariyên şaş û bêbingeh li ser Tirkiyê tên belav kirin

Yeldrim pêwendiyeke telefonî ligel Serokê Parlementoya Ewropayê Martîn Schulz kirbû.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim û Serokê Parlementoya Ewropayê Martîn Schulz bi riya telefonê axaftin.

Li gor çavkaniyên Serokwezîrtiya Tirkiyê pêwendiya telefonê li ser daxwaza Martîn Schulz pêk hatiye. Di hevdîtinê de rewşa navxweyî ya Tirkiyê û pêwendiyên wê û Yekitiya Ewropayê hatine axaftin.

Di 4ê Çiriya Paşînê de piştî binçavkirina parlementerên HDPyê û nivîskarên rojnameya Cumhuriyetê Schulz û Yildirim bi riya telefonê axaftibûn. Yildirim diyar kiribû ku,hin aliyên li Ewropayê derbarê Tirkiyê de zanyariyên şaş û bêbingeh belav dikin.