YE:Em li ser karê xwe ligel Amerîkayê berdewam in

Li ser Tiwîtera xwe daxuyanî belav kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Berpirsa Siyaseta Derva a Yekitiya Ewropayê Federica Mogherînî piştî hilbijartina Donalid Trump weke Serokê Amerîkayê ragehand ku, Yekîtiya Eropayê wê li ser karê xwe ligel Amerîkayê berdewam be.

Derbarê hilbijartina Donald Trump weke Serokê nû yê Amerîkayê Berpirsa Siyaseta Derva a Yekitiya Ewropayê Federica Mogherînî li ser Tiwîtera xwe daxuyaniyek belav kir, tê de wiha got:Pêwendiyên Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê ji her guherîneke siyasî kurtirin.

Mogherînî da zanîn ku, ewê li ser karê xwe yê hevbeş li gel Amerîka berdewam bin û dê dubare hêza Ewropayê vejînin.

Li gor berpirsên Yekîtiya Ewropayê ragehandin ku, pêwîstiya Hikumetên welatên Yekîtiya Ewropayê bi hevkariyê heye eger Trump ji erkê Waşintonê vegera.