Wezîrê Derve yê Almanya daxwaza serdana Demirtaş dike
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Elmanya ku, biryare 15ê Mijdarê serdana Tirkiyê bike, dixwaze ligel hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş ê 4ê Mijdarê hatî girtin bike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Elmanya Martin Schafer diyar kir ku, wê serdana Wezîrê Derve Frank-Walter Steinmeier ya ji bo Tirkiyê sê rojan berdewam bike.
Martin Schafer anî ziman ku, Steinmeier dixwaze serdana hevserokên HDPê yên hatine girtin bike û ragihand, amadekariyên ji bo vê serdanê berdewamin û hê jî me bersivek erênî wernegirtiye.
Berdevkê wezareta derve destnîşan kir ku, wê hemû hewldanên Elmanya ji bo azadkirina parlamenterên HDPê berdewam bike.
Mijarên serekî yên serdana Steinmeier ya ji bo Tirkiyê wê girtina parlamenterên HDPê, peywendiyên herdu aliyan û rewşa penaberan be.