DAIŞ jinên xwekuj amade dike

Jêderekî agahdar ji nava bajarê Mûsilê ragihand, çekdarên DAIŞê jinên xwekuj amade kirine, da ku rê li pêş pêşketênên hêzên Iraqî bigire, ku niha şer di nava taxên Mûsilê dest pê kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî agahdar ji nava bajarê Mûsilê ragihand, çekdarên DAIŞê jinên xwekuj amade kirine, da ku rê li pêş pêşketênên hêzên Iraqî bigire, ku niha şer di nava taxên Mûsilê dest pê kiriye.

Wî jêderî ji medyayê navweyî yên Iraqê ragihand, çekdarên DAIŞê li texa El-Wehde li başûrê rojhilatê Mûsilê jinên xwekuj amade dikin û kemberên teqîner li piştên wan girêdane, bo êrîşî ser wan leşkerên ku derbasî nava wê taxê bibin, bikin.

Êrîşên xwekujî yek ji awayên şer yên grûpên tundrewên îslamî ne, bi taybet DAIŞ, ku bi wî awayî êrîş dikin, yan xwe di nava leşkeran din de diteqînin.

Her çend e berê, ev erk bi çekdarên mêr dihate pesartin, lê niha û li çend navçeyan bi riya jinan êrîşên xwekujî encam dane. Herwiha niha jî li na ve Mûsilê berên xwe dane jinên xwekuj.