25 herêmên Colemêrgê bûn herêmên leşkerî

25 herêmên girêdayî navçeyên Gever, Çelê, Şemzînan û navenda Colemêrgê wek herêmên leşkerî hatin ragehandin û ketin û derketina van herêman hat qedexekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

25 herêmên girêdayî navçeyên Gever, Çelê, Şemzînan û navenda Colemêrgê wek herêmên leşkerî hatin ragehandin û ketin û derketina van herêman hat qedexekirin.

Parêzgariya Colemêrgê bi daxuyaniyeke nivîskî, piraniya bejahiya navend û navçeyên Colemêrgê yên li ser sînorê başûrê Kurdistanê wek herêmên leşkerî ragehandin.

Hat destnîşankirin, di demên dawî de endamên PKK'ê li herêmê tevger û çalakiyên xwe zêde kirine û derfeta jiyana welatiyan hatiye tengkirin.

Bi armanca sazkirina ewlekariya civakî ji 14'ê Mijdar heta 28'ê Mijdarê, 25 herêm wek herêmên leşkerî hatine ragehandin û li van deran qedexeya derketina derve hatiye ragehandin.