“Peymana Adena rê daye Tirkiyê”

Di bin navê şerê dijî terorê û parastina asayişa welatê xwe, Tirkiyê maf da xwe, ku derbasî Sûriyê bibe. Tevî ku rêjîma Sûriyê wê derbasbûna Tirkiyê bi ne rewa binav dike. Lê dibe ku ji mafê Tirkiyê be, ku derbasî di nav axa Sûriyê de bibe. Ew jî li gor rêkeftineke di navbera Dîmeşq û Enqerê de vedigere, ku rêkeftina Edena ya sala 1998an e.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Di bin navê şerê dijî terorê û parastina asayişa welatê xwe, Tirkiyê maf da xwe, ku derbasî Sûriyê bibe. Tevî ku rêjîma Sûriyê wê derbasbûna Tirkiyê bi ne rewa binav dike. Lê dibe ku ji mafê  Tirkiyê be, ku  derbasî di nav axa Sûriyê de bibe. Ew jî li gor rêkeftineke di navbera Dîmeşq û Enqerê de vedigere, ku rêkeftina Edena ya sala 1998an e.

Rêkeftina Edena ku di navbera dîmeşq û Enqera de hate imzekirin wek xaleke guhertinê ya sereke bû di peywendiyên herdu welatan de, ku peywendiyên wan gehabûn asteke gelek aloz, ew jî ji bo hewandina Sûriyê ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re û rêberê wê Ebdula Ocelan, ku li wê demê li Dîmeşqê dima. Herweha Sûriyê hêşt PKK baregehên leşkerî yên perwerdekirinê li Sûriyê ava bike, ev yek hêşt Tirkiyê li serdemê Silêman Dîmîral û Serokwezîrê wî demî Mesûd Yilmaz hişiyariyê bide Serokê wê demê yê Sûriyê Hefiz Esed, da ku piştevaniya xwe ji bo PKKê rawestîne, yan wê Tirkiyê rêkarên tund û pêwîst bigre ber, ji bo parastina asayişa niştîmanî ya welatê xwe.

Tevî ku bendên wê rêkeftinê ne hatine eşkerekin û li serdema Hafiz Esed jî kesî ne diwêrî behsê jî bike. Lê li gor  hin bendên ku hatine eşkerekin, dibe ku ji mafê Tirkiyê be derbasî Sûriyê bibe, di bin navê şerê terorê û parastina ewlehiya welatê xwe.

Bendên ku hatine eşkerkirin jî evin:

  • Hevkariya temam di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ji bo rûbirûbûna terorê û dawîanîna piştevaniya Dîmeşqê ji PKKê re. Herweha derxstina Rêberê PKKê Ebdulah Ocelan ji Sûriyê û girtina tevahiya beregehên PKKê li Sûriye û Libnanê û qedexekirina derbasbûna girîlayan ji bo Tirkiyê.
  • Ji mafê Tirkiyê ye berevaniyê li xwe bike, herweha daxwaza qerebûkirinê jî derbarê ziyanên wê yên canî û madî bike, heger Sûriyê piştevaniya xwe ji bo PKKê  
  • Ji mafê Tirkiyê ye rûbirûiya Terorê bibe di hundirê Sûriyê de, bi kûrahiya 5 k.m. Herweha standina rêkarên ewlehiyê yên pêwîst, heger asayîşa niştîmanî ya Tirkiyê rastî metirsiyê hat.
  • Bidawîanîna nakokiyên sînorî yên herdu welatan ji dema îmzekirina wê rêkeftinê ve û nabe her aliyek daxwaza erdê xwe ji aliyê din bike.

Wate ne ji mafê Sûriyê ye daxwaza “Lîwaya Iskenderonê” ji Tirkiyê bike, ku ji sala 1939an ve di destê Tirkiyê de ye.

Piştî îmzekirina wê rêkeftinê peywendiyên Dîmeşq û Enqera normal bûn, ku Civata Bilind a Hevkariya Stratîjîk damezrandin û gelek rêkeftin di gelek waran de îmzekirin.

Di sala 2009an Tirkiyê ragihand, ku Sûriyê ji 2003 heta 2009an ve 122 kes radestî wan kirine, ku 77 ji wan ji endamên PKKê bûn.

Niha jî û bi destpêkirina operasyona “Mertala Firatê” ji aliyê Tirkiyê ve. li gor hin şirovekaran Tirkiyê li gor rêkeftina Edenayê dimeşe, ew jî li dijî Kurdan e li navçeyê, ku di bin navê  şerê terorê de derbasî Sûriyê bûye û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) armanc dike, ku wê bi PKKê ve girêdide.

Herweha li wê navçeya sînorî ya bi Sûriyê re, di çarçoveya bêdengiyeke navdewletî de karî rûbereke fireh kontrol bike. Bi vê yekê jî nehêla ku YPG li Rojavayê Kurdistanê her du herêman Kobanî û Efrînê bigîne hev û bû asteng li pêş ragihandina sîstema federalîzmê.