Parêzerê HDP piştî serdana Demîrtaş hate girtin

Piştî serdana wî ji Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş hate girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Parêzer û rêveberê HDPê yê Stenbolê Levent Pîşkîn yê ku berî çend rojan li girtîxaneyê serdana hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş kirî, hat binçav kirin.

Levent Pîşkîn bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Bursayê îro, danê sibehê li mala xwe hat hat binçav kirin. Pîşkîn wê ji bo Bûrsayê were şandin.

Pîşkîn ji ber hevdîtina dawiya heftiyê ya ligel hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, bibû armanca hin dezgehên ragihandinê yên nêzî hikûmetê.

Di wan nûçeyan de Pîşkîn bi wê yekê dihat gunehbar kirin  ku wê peyamên Demîrtaş bide govareke Elmanî û wê ev gotin li Ewrûpa û Elmanya weke propaganda werin bikaranîn.