Zaxarova sedema qedexekirina Balyozê Amerîka aşkere dike

Maria Zaxarova ragihand ku Balyozê Amerîka yê berê li Moskovayê McFaul ji ber ku zirar dida têkiliyên navbera Washington û Moskovayê ketina wî ya Rûsyayê hat qedexekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mariya Zaxarova ragihand ku Balyozê Amerîka yê berê li Moskovayê McFaul ji ber ku zirar dida têkiliyên navbera Washington û Moskovayê ketina wî ya Rûsyayê hat qedexekirin.

Li gor nûçeyeke ajansa “Spûtnîk”, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova ragihand ku Balyozê Amerîka yê berê li Moskovayê Michael McFaul ji ber ku zirar dida têkiliyên navbera Washington û Moskovayê ketina wî ya Rûsyayê hat qedexekirin.

Balyozê berê yê Amerîka li Moskoyê Michael McFaul berî çend rojan li ser hejmara xwe ya “Facebook” ragihandibû ku “Ez jî ketime nava lîsteya Kremlînê ya mûeyîdeyan û serdana min a Rûsyayê hatiye qedexekirin, ev biryar jî ji bo ku ez nêzî Serokê Amerîkayê Barak Obama bûm hat girtin.”

Ji aliyê din ve çavkaniyekî jî ji ajansa “Spûtnîk” re axivîbû û gotibû: "Sedema qedexeya McFaul, ji bo ku bi awayekî aktîf di xerakirina têkiliyên Rûsya û Amerîkayê de rol dilîst, ev biryar hat standin."