Hûrgiliyên pêşketinên artêşa Iraqê berve Mûsilê
K24 – Mûsil
Pêşketinên hêzên Iraqî lo nava taxên Mûsilê berdewam in û karîn berve taxên Întîsar, Cedîde, Muftî, Şeyma, Selam û Yûnis Sebawî bi pêş ve biçin.
Li eniya rojhilat jî, hêzên Iraqî karîn bigihin taxên Eden û bekir. Navçeyên Orbeciye û Kerkoklî bi temamî kontrol bikin.
Di heman demê de jî, hêza Heşda Şeibî jî di qonaxa sêyem de êrîşên wan bo kontrolkirina navçeyên rojavayê Mûsilê ne û ragihand ku karîn riya di navbera Hezer û Edaiye kontrol bike.