Kerîm: Çûna Bexdayê ti pirsgirêkan çareser nake
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzgarê Kerkûkê Nicmidîn Kerîm ragihand, Bexda ti pereyan naşîne û çûna bo Bexdayê jî pirsgirêkan çareser nake. Kerîm got jî: “Min danûstandin ligel Bexdayê kiriye û dizanim çareserkirina pirsgirêkan li Herêma Kurdistanê baştir e ji vegerandina ji Bexdayê re.”
Parêzgarê Kerkûkê di panelêkê de li Washingtonê derbarê pêkvejiyanê li Kerkûkê û Mûsilê piştî DAIŞê de amaje kir ku, bi dirêjehiya îsal ti bûdçeyek ji Bexdayê ve negihêştiye Kerkûkê.
Derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bo Bexdayê û hevdîtina ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de, Kerîm got got: “Serok Barzanî ligel Ebadî pirsa serxwebûnê behs kiriye û Amerîka jî pêşwazî li wê serdana Barzanî bo Bexdayê kiriye.”