Parêzerên HDP: Demîrtaş di hucreyê de bi tenê tê hîştin
K24-Navenda Nûçeyan
Parêzerên Hevserokê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş li girtîxaneya Edîrne serdana wî kirin û dan xuyakirin ku, Demîrtaş di rewşa tecrîdê de ye.
Parêzer û Parlamentera Berê Aysel Tugluk duh êvarê di Zîndana Edîrneyê de bi Demîrtaş re hevdîtin pêk anî.
Piştî hevdîtinê Tugluk da xuyakirin ku, Demîrtaş di hucreyê de bi tenê tê hîştin û daxwaz kirine ku bi Parlamenterê HDP Ebdulah Zeydan re bihev re bimînin.
Tugluk got ku,, hevdîtineke berfireh bi Demîrtaş re pêk aniye û piştî nirxandinên dezgeyên partiyê ewê daxiyaniyek berfireh bidin.
Da zanîn ku, rewşa tendirustiya wî baş e û niha naxwaze rewşa tecrîd û zindankirina wî zêde were rojevê.