YE dixwaze pêvajoya endamtiya Tirkiyê ya berdewam be

ji bilî Wezîrê Derve yê Awistûryayê ti welatekê daxwaza rawestandina pêwendiyan nekiriye.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrên Derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê civiyan û daxwaz kirin ku pêvajoya endamtiya Tirkiyê ya bo Yekîtiya Ewropa berdewam bike.

Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê di civîna nefermî ya gotubêjkirina rewşa endamtiya Tirkiyê de biryara berdewamiya gotûbêjan girtin. Wezîran dan xuyakirin, tenê bi vê rê dê bikaribin bandor li Tirkiyê bikin.

Her wiha di civînê de, parastina Yekîtiya Ewropa, şerê Sûriyê, Iraq, Yemen û Lîbyayê jî hatin gotûbêjkirin. Nûnera Siyaseta Ewlekarî û Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federîka Mogherînî da xuyakirin, ji pêşveçûnên Tirkiyê metirsîdar in, lê hevdîtinên wan bi rayedarên Tirkiye û partiyên dijbere re berdewam dikin.

ji bilî Wezîrê Derve yê Awistûryayê ti welatekê daxwaza rawestandina pêwendiyan nekiriye.