Erdogan û AK Partî giliyê CHP kirin

AKP:CHP, li gel rêxitinên terorê dijberiya Komara me û gelê me dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayib Erdogan û Partiya Maf û Geşepêdanê AK Parti, di egera daxuyaniya Partiya Komarî ya Gel CHP, ku tê de rexne li siyaseta AK Partî û Erdogan kirî, giliyê sucdariyê kir.

Di daxuyaniya Sekreterê Giştî yê AK Partî Abdulhamit Gul de tê diyar kirin, ku ”Daxuyaniya Encamî ya Civîna Meclisa CHP ji serî heta dawî bi hakaret û derew hemberî Serokkomarê me, Partiya me û gelê me dagirtiye. Girêdayî vê yekê me giliyê vê daxuyaniyê li gel Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê kir. CHP, li gel rêxitinên terorê dijberiya Komara me û gelê me dike. Milletê me dê bersîva CHP di her qadî de bide!“

Tê zanîn ku, di Civîna xwe ya Meclisa Partiyê de CHP daxuyaniyek belav kiribû û tê de amaje bi têkiliyên AK Partî bi Qandilê re, herweha hevdîtinên li Dolmabahçeyê di navbeyna hikumetê û çendîn parlementerên HDP de kiribê. Herweha rexne li siyaseta hikumetê ya girêdayî girtina rojnameya Cumhuriyetê anîbû zimên.