Bexda dixwaze îdareya Kurd li Kerkûkê lawaz bike

Parêzgarê Kerkûkê Nicmidîn Kerîm di çarçoveya serdanekê bo Amerîkayê de, derbarê pirsgirêka bûdçeya Herêma Kurdistanê de ji K24ê re ragihand, hewldan bo birîna her perçeyeke Kurdistanê ji Herêma Kurdistanê karekî gelekî xirab e.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Kerkûkê Nicmidîn Kerîm di çarçoveya serdanekê bo Amerîkayê de, derbarê pirsgirêka bûdçeya Herêma Kurdistanê de ji K24ê re ragihand, hewldan bo birîna her perçeyeke Kurdistanê ji Herêma Kurdistanê karekî gelekî xirab e.

Kerîm got jî, hikûmeta Iraqê amade ye hemû hewlekê bide, da ku îdareya Kurdî li Kerkûkê tepeser bike.

Parêzgarê Kerkûkê di panelêkê de li Washingtonê derbarê pêkvejiyanê li Kerkûkê û Mûsilê piştî DAIŞê de amaje kir ku, bi dirêjehiya îsal ti bûdçeyek ji Bexdayê ve negihêştiye Kerkûkê.