Bo yekem car hêza Kanadî teqe li DAIŞê dike

Berpirsên Leşkerî yên hêza taybet ya Kanadayê îro ragihand, hêzên wan bo yekem car ji destpêka hatina wan bo Iraqê, bi awayekî rasterast teqe li çekdarên DAIŞê kirin, ku armanca wan jî parastina xelkê sivîl li Mûsilê û hevpeymanê wê Kurd bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsên Leşkerî yên hêza taybet ya Kanadayê îro ragihandin, hêzên wan bo yekem car ji destpêka hatina wan bo Iraqê, bi awayekî rasterast teqe li çekdarên DAIŞê kirin, ku armanca wan jî parastina xelkê sivîl li Mûsilê û hevpeymanê wê Kurd bûne.

Malpera “CBC NEWS” ya Kanadî li ser zarê berpirsên hêza taybet ya Kanadî li Iraqê belav kir, ew hêz li meydanên şer beşdarî operesyona nakin, tenê dema rastî êrîşan tên teqeyan dikin, ew jî bi armanca ku xwe biparêzin.

Lê Kolonel Stephen Hunter di hêza taybet ya Kanadayê de aşkere kir, hin caran ew hêz beşdarî şer bûne, bi taybet di dema DAIŞ êrîşî ser wan dikin û metirsî li ser wan çê dibe.

Hunter amaje kir jî, teqekirina wê hêzê wek bersiv li dijî êrîşên DAIŞê tê, di wê demê de çekên pêşketî bikar tînin û rê li êrîşên DAIŞê digirin.

Hunter diyar kir, dema dibînin ku xwekujek bi otombêla bombebarkirî êrîşî Pêşmerge yan xelkê sivîl yê Parêzgeha Neynewayê dike, di wê dema de rasterast rê li pêş wî xwekujî digirin.