Bayik bersiva Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê da

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik ragihand, heger Tirkiye li hemberî Qendîlê operasyon pêk bîne, dê têkçûneke mezin bixwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik ragihand, heger Tirkiye li hemberî Qendîlê operasyon pêk bîne, dê têkçûneke  mezin bixwe.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik ji ajansa “Firat” re axivî û diyar kir ku, tê gotin dê li hemberî Qendîlê operasyon pêk were. Heger Tirkiye li hemberî Qendîlê operasyon pêk bîne,  gelê Kurd dê wan bi gulan pêşwazî nake û dê Tirkiye têkçûna herî mezin a di dîrok xwe de bixwe.

Bayik got, PKK ti carî rê nade faşîzma AK-Partiyê. Dewleta Tirkiyê ji bo bikaribe PKKê tune bike, pêwîst e hemû Kurdan û rewşenbîr û hêzên demokrat yên Tirkiyê tune bike.

Berî niha Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihandibû ku, ew ê di demek nêzik de bi ser Qendîlê de bigirin. Ev daxuyaniyên Soylu  wisa hatibû fam kirin ku, Tirkiye li hemberî Qendîlê amedekariya operasyonê dike.