Gûl: Divê Tirkiye xwe bigihîne asta Yekîtiya Ewropayê

Serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gûl bi şêweyek ne eşkere daxyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan yên derbarê endametiya Yekîtiya Ewropayê de rexne kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gûl bi şêweyek ne eşkere daxyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan yên derbarê endametiya Yekîtiya Ewropayê de rexne kir.

Abdullah Gûl li Stanbol di gotarekê de diyar kir Ku, ew, pêvajoya dawî ya navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê baş nabîne. Pêwendiyên baş a digel Yekîtiya Ewropayê di berjewendiya Tirkiyê de ye. Divê armanca sereke ne ew be ku Tirkiye tevlî nav 27 welatên Yekîtiya Ewropayê be. Armanc ew be ku, Tirkiye xwe bigihîne asta Yekitiya Ewropayê. Ev yek jî dê Tirkiyeyê di warê aborî û siyasî de bi pêş ve bibe.

Gûl herwiha da zanîn ku, pêvajoya endambûna ji bo Yekitiya Ewropayê, wî daye destpêkirin. Piştî ku pêvajoya endambûnê destpêkir aboriya Tirkiyê bi pêş ve çûye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan duh ragihandibû ku, heger Yekitiya Ewropayê ji bo endambûna Tirkiyê heta dawiya salê gavan navêje, ew ê bi armanca bidawîanîna danûstandinan, biçin referandrûmê.