Wezîrê Derve yê Almanyayê HDP vexwend Berlênê

K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Elmanya Frank-Walter Steinmeier di hevdîtinên xwe yên li Tirkiyê de ligel şandeke parlamenterên HDPê li parlamentoyê civiya.
Hevdîtin li koma HDPê ya li parlamenotya Tirkiyê pêkhat. Wezîrê Derve ye Elmanya ligel parlamenterên HDPê Mîthat Sancar, Feleknas Uca, Osman Baydemîr û Ziya Pîr civiya.
Steinmeier derbarê pêşveçûnên li Tirkiyê agehdarî ji HDPê wergirt û ji bo hevdîtinek berfireh nûnerên HDPê vexwend Berlînê.