Lîreya Tirkî li hemberî Dolarê Amerîkî her diçe kêm dibe

Berî operasyona li dijî HDP û rojnameya Cumhuriyetê dolar bi 3.12 lîreyan dihat firotin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê Lîreya Tirkî li hemberî Dolara Amerîkî roj bi roj nirx kêm dike.

Her çend li piyasayên cîhanî de rewş aram be jî ji ber rewşa aloz a siyasî ya Tirkiyeyê aboriya wî welatî roj bi roj xirabtir dibe.

Piştî girtina parlementerên HDPyê û nivîskarên rojnameya Cumhuriyetê dolar li hemberî lîreya tirkî ji nişkave bilind bû ser hev rekor şikenand. Li gor rekora îro di piyasayên Tirkiyeyê de dolarekî Amerîkî 3.1850 lîreya tirkî tê firotin.

Berî operasyona li dijî HDP û rojnameya Cumhuriyetê dolar bi 3.12 lîreyan dihat firotin.