Ji zarokan nûmayîşa dansên etnîk û modern

80 zarokên ji bo koma dansê Agirê Anatolyayê ya ku li Tirkiyê herî bi nav û deng hatine hilbijartin; bi performanseke newaze derketin ser sehneyê. Li Stenbolê zarokên lîstikvan bi hevahengiya fîgûrên dansên modern û etnîk û bi koreografiyeke newaze, dilê bîneran geş kir.
kurdistan24.net

K24 – Stanbol

80 zarokên ji bo koma dansê Agirê Anatolyayê ya ku li Tirkiyê herî bi nav û deng hatine hilbijartin; bi performanseke newaze derketin ser sehneyê. Li Stenbolê zarokên lîstikvan bi hevahengiya fîgûrên dansên modern û etnîk û bi koreografiyeke newaze, dilê bîneran geş kir.

Koma li Tirkiyê û cîhanê bi nav û deng ya dansê, ya bi navê Agirê Anatolyayê; bi 80 zarokên lîstikvan yên ji nav 3 hezar zarokan hatine hilbijartin; li Stenbolê nûmayîşa xwe ya yekem lidarxist.

Zarokên lîstikvan yên ku temenê wan navbera 5 û 16 salî de bi hevahengiya fîgûrên dansên modern û etnîk û bi koreografiyeke newaze, dilê bîner û temaşivanan geş kir.

Agirê Anatolyayê ya ku beriya 17 salan ji aliyê Mustafa Erdoganê Colemêrgî ve hatî damezrandin, ji roja hatî damezrandin û şûnde li gelek deverên cîhanê bi bêhêjmar nûmayîşan derkete pêşberî bîneran. Derya Aksoya koordînatora giştî ya Agirê Anatolyayê diyar kir û got wan beriya 4 salan ev gûpa zarokan kom kirine.