Ji Êlihê şanogerekî rengîn derdikeve

Li Bakurê Kurdistanê li gel rewşa siyasî ya giran û şer û pevçûnan dîsa jî ji nav civakê karên rengîn jî derdikevin. Piraniya ciwanên Bakurê Kurdistanê hûnerê bi zimanê Tirkî dişopînin, lê kurteşanoyên Deno rastî eleqeyeke baş tê û di medyaya civakî bi deh hezaran şopînerên Deno hene. Deno amaje dike, zarokatiya wî ve mereqa wî li ser şanoyê hebû û dixwest ku vî karî bi zimanê xwe bike.
kurdistan24.net

K24 – Êlih

Şanoger Deno Ozer dibêje: “Dema ku ez biçûk bûm mamekî min hebû, dema ku diaxivî tif ji devê wî dibarî, wê demê min jî teqlîdê wî dikir û malbata min bi min re aciz dibû. Ji wê demê ve di serê min de mabû min dixest ku vî karî bikim.

Deno Ozer bi hevalên xwe re li nava taxên Êlihê digere û kolan û cadeyên Êlihê ji xwe re wek dike bi kar tîne. Hevalên Deno dibêjin ku, enerjiya Deno ji wan re dibe îlham û bi hev re kurteşanoyên dikêşin. Yek ji hevalên Deno Hebîp Çelîk di derbarê Deno de amaje dike ku, şexsiyeta rengîn a Deno rê ji wan re vedike ku bi motîvasyoneke mezin lîstikên xwe bilîzin.

Şanoger Hebîp Çelîk jî dibêje: "Deno hevalekî baş e. Her kes wî bi navê "72 Deno" dinase. Hinek kes ji deno aciz in. Lê Deno ne mirovekî wiha ye. Navê wî Deno Ozer e. Hinek kes di derbarê wî de ne baş diaxivin, lê ne mirovekî wiha ye ."

Deno piştî ku kolan û cadeyên Êlihê ji xwe re wek dike bi kar dianî, niha ji xwe re cîhek peyda kiriye ku şanogeriya xwe bi pêş ve bibe. Deno li "Navenda Huner a Tov" lîstikên şanoyê de cîh digire û dixwaze ku hunera xwe li Kurdistanê belav bike.