7. Pêşangeha Geşt û Tûrîzmêya Wanê hat vekirin

Pêşangeha ku li avahiya Komcivîna Navendîya Expo ya Rojhilata Navîn hat lidarxisitin, eleqeyek mezîn dît ji aliyê saziyên tûrîzm, geşt û welatiyan ve.
kurdistan24.net

K24 – Wan

Pêşangeha ku li avahiya Komcivîna Navendîya Expo ya Rojhilata Navîn hat lidarxisitin, eleqeyek mezîn dît ji aliyê saziyên tûrîzm, geşt û welatiyan ve.

Wanê îsal deriyê xwe ji 7. Pêşangeha Geşt û Tûrîzmê re vekir. Pêşangeha ku bi taybetî ji bo danasîna Wanê û bi gelemperî jî ji bobajarên din yên Kurdistanê xwedî cihekî giring e li Komcivîna Navendîya Expo ya RojhilataNavîn hate lidarxisitin. Ji 21 bajaran 150 saziyên Geşt û Tûrîzmêyên Tirkiyê û Îranê beşdarî pêşangehê bûn. Di pêşangehê de Pisîkên Wanê, Gola Wanê û dewlemendiyên din yên Wanê; wekî din berhemên dîrokî, xwezayî yên bajarên din jî hatîn danasîn.