Qamişlo.. Nivîsgehên guhertina pereyan zêde dibin

Hin aborînas dibêjin ku, sedemên vê yekê aramiya herêmê ye. Herweha ji ber ku devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê di warê tevgera bazirganiyê de di cihekî stratîjî de ye, ji ber ku ji aliyekî ve sînorê Tirkiyê ye û ji aliyê din ve Herêma Kurdistanê ye, ku proseya kirîn û firotinê xurt e.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Ji ber ku tevgera kirîn û firotina Dolar û Euro li bazara Qamişlo xurt dibe, hijmara pereguhêran jî li bajêr roj bi roj zêde dibin. Zêdeyî 100 nivîsgehên kirîn û firotina pereyan li bazara Qamişlo hene. Hin bazirgan dibêjin ku, sedemên sereke ji pirbûna van nivîsîngehan, tunebûna destladariya rêjîma Sûriyê ye. Herweha ji ber aramiya deverê jî ku kesên dewlemend bê tirs pereyên xwe dadixine bazaran.

Ji ber tunebûna derfetên kar û wergirtina karmendên hikûmeta Sûriyê mûçeyên xwe bi Lêreya Sûriyê, lawaziyeke berçav di bazarê de hebû, lê piştî şandina Euro û Dolaran ji aliyê welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji derveyî welat dijîn, hevsengiyek di bazarê de hate kirin.

Berî kirîza Sûriyê kirîn û firotina Dolar û pereyên biyanî li Rojavayê Kurdistanê qedexe bû. Di dema îro de, bi dehan nivîsgehên pereguherînê hatine vekirin û li deverên Kurdî ku Rêveberiya Xweser destladariya wê dike, yasa û zagonên birêvebirina proseya guherîna pereyan pesend kir ku, 5 hezar Dolar wek garantiyê li ser her pereguherînekî tê sepandin. herweha 50 hezar Dolar jî li ser nivîsgehên veguhestina pereyan tê sepandin.