Li Wanê Pêşangeha Hinardeyên Îranê hat lidarxistin

Ji bo ku têkîliyên Tirkiyê û Îranê yên aborî û bazirganiyê ber bi başbûnê ve biçin, li bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve Pêşangeh û Lûtkeya Hinardeyê ya Îranê hate lidarxistin. Ji her du welatan bi dehan kompanya beşdarî fûarê bûn.
kurdistan24.net

K24 – Wan

Ji bo ku têkîliyên Tirkiyê û Îranê yên aborî û bazirganiyê ber bi başbûnê ve biçin, li bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve Pêşangeh û Lûtkeya Hinardeyê ya Îranê hate lidarxistin. Ji her du welatan bi dehan kompanya beşdarî fûarê bûn.

Pêşangeha ku li Wanê li Navenda Konferans û Pêşangehan hate li darxistin de, Cîgirê Wezîrê Bazirganî û Bacgeh Fatîh Çîftçî, nûnerên partiyên siyasî, nûnerên bazirganî û hinardeyê yên Îranê û ji her du welatan gelek kompanya beşdarî tê de kirin.

Di pêşangehê de Çîftçî axivî û reve kir ku, piştî ambargoya ku li ser Îranê rabû bi taybetî di warê aboriyê de Tirkiyê digel Îranê hemû têkîliyên xwe bi awayekî serkeftî birêve dibe. Bi boçûna Çîftçî piştî ambargoyê rêjeya hinardeya digel Îranê di destpêka sala 2016an heta îro gihiştiye ji sedî 43an. Herwiha Çîftçî diyar kir ku dê li Wanê di mehên pêşiya wan de deriyekî din jî yê sînor wê vekin da ku hinarde û derhanîna ligel Îranê zêdetir bikin.

Serokê Jûreya Bazirganiyê yê Wanê Nejdet Takva jî amaje pê kir ku piştî deriyê sînor yê nû vebe dê serî de Wan, tevahiya herêmê bi ser bikeve û dê aboriya Tirkiyê jî ber bi başbûnê ve biçe û got: "Ev pêşangeh ji bo Wanê xwedî cihekî stratejîk e. Ji Îranê şandeyeke ku ji 200 kesan pêk tê li vir e û ji bo hinardeya digel Îranê xebateke gelekî serkeftî ye. Bi saya vê pêşangehê em ê berê xwe bidin nava Îranê û li Îranê bi pêşbikevin. Helbet ev xebatên me di serî de ji bo Wanê, wê tevahiya herêmê bi pêşve bibe."

Ev pêşangeha ku li Wanê hate lidarxistin, li ser 7 hezar 500 m çargoşeyê hate avakirin û 110 kompanyayan beştarî tê de kir. Ji wan kompanyeyan 15 ji wan ji Îranê beşdarî pêşangehê bûn. Nûnerên Kompayeyên ku beşdarî pêşangehê bûn jî rave kirin ku bajarê Wanê li herêmê di rêyên bejahî, asîmanî û hêsinî de guncan e û ji ber vê yekê bajarê Wanê ji bo wan jî xwedî ciheke girîng e.

Serokê Herêma Pîşesaziyê ya Wanê Şemsettin Bozkurt jî ji K24ê re axivî û got: "Pêşangeh gelek dewlemend derbas dibe. Doh jî eleqeya çapemeniyê gelek zêde bû. Helbet pêşangeh ji bo pîşesaziyan wateya wê gelek giring e. Ji ber ku ew berhemên têne afirandin bi saya vê pêşangehê tên naskirin û ji bo ku bi bazarên nû re jî têkîlî bên danîn pêşangeh gelekî pêwîst e."

Di pêşangehê de hate ragihandin bi Îranê re heta niha 30 milyar dolar hinarde hatiye kirin û dê ev rêje di rojên pêşiya wan de hîn zêdetir bibe. Piştî axaftinan li pêşangehê fûar hate vekirin û beşdaran serdana standên kompanyeyan kirin û berhem û amûrên ku hinardeya wan tê kirin kontrol kirin.