Êrîşeke din a xwekujî li Izazê pêkhat

Berî niha jî teqîneke xwekujî rû dabû.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî ku, duh nîvro li bajarê Ezazê yê Sûriyê êrişeke xwekujiyê qewimî û di encam de 25 çekdarên opozîsyona Sûriyê hatin kuştin, êrîşeke din a xwekujî bi rêya otombîleke bombekirî li wî bajarî hate encam dan.

Li gro medeyayên Sûriyê ew êriş li hember baregeheke çekdarên Ehrar El-Şam pêk hatibû, di encam de gelek çekdarên wê koma opozîsyona Sûriyê hatine kuştin.

Li gor ku, hatiye ragehandin di nav kuştî û birîndaran de zarok jî hene û rewşa birîndaran xerab e.

Berî niha jî di 13 Mijdarê li nêzîkî geraca Ezazê otombîleke bombebarkirî teqiyabû, di encamê de 2 kesan canê xwe jidest dabûn.