Lîreya Tirkî beramberî dolarê Amerîkî kêm dibe

Îro di piyasayên Tirkiyê de Dolarek Amerîkî 3.38 lîreyan tê firotin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê lîreya Tirkî beramberî dolara Amerîkî roj bi roj nirx winda dike.

Piştî daxûyaniyên Serokê Bankaya Navendî ya Amerîkayê Janet Yellen yên wekî dê di demên pêş de ``faîz werin zêdekirin`` dolar îro jî li hemberî lîreya Tirkî bilind bû û rekor şikenand.

 Îro di piyasayên Tirkiyê de Dolarek Amerîkî 3.38 lîreyan tê firotin. Dolar duh li Tirkiyê 3.31 lîre bû.