Serokê ENKS bang li partiyên Kurdistanî dike

Da zanîn ku, wan hêzeke serbazî hene.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Ibrahîm Biro derbarê girtina endamên ENKS û çend serkirde û endamên Partiya Yekîtiya Kurd kongiryek rojnamevanî li darxist.

Duh, Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Ibrahîm Biro di kongiriyeke rojnamevanî de derbarê girtina endamên ENKS ê û partiya Yekîtî daxwaz ji hemû partiyên kurdistanî kir ku, li himberî kiryarên partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) rabin.

Biro da zanîn ku, YNK ûTevgera Goran derbarê vê girtina endamên ENKs û kiryarên PYD hevdîtina li gel wan redkirin.Aşkere kir ku, ENKS xwedî hêzeke serbazî ye û pêşmergeyên wan bo parastina Rojavayê Kurdistanê hene,her dema pêwîst bû ewê derbasbibin Rojava.