Hevşaredarên Milazgirê jî hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Milazgirê ew hevşaredar girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Milazgirê de îro, danê sibê polîsên dijî terorê bi ser malên Hevşaredarên Milazgirê Halis Çoşkun û Memnune Soylemez de girtin û ew binçavkirin.

Polîsan herwiha li navçeya Milazgirê û di avahiya şaredariyê de bergiriyên berfireh yên ewlekariyê jî  girtine. Lêpirsîna hevşaredaran berdewam dike.