Heyva Sora Iraqî:Hejmara penaberên Mûsilê bûne 80 hezar
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê hejmara koçberên wî bajarî ji navçeyên şer û çekdarên DAIŞê her diçe zêde dibe, heta niha jî giheştin 80 hezar koçberî.
Derbarê vê yekê Heyva Sor a Iraqê di daxuyaniyeke xwe de ragehadn ku, ji destpêka Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê û heta niha hejmara penaberên Mûsilê giheşte 79 hezar û 190 koçberî.
Herwiha tê pêşbînî kirin ku, ew hejmar zêde bibde, ji aliyê xwe ve bernameya cîhanî ya xwarinê tekez kir ku, wan alîkarî gihendine 100 hezar kesî.