Dozeke din derheqê Demîrtaş de hat vekirin
K24-Navenda Nûçeyan
Dozeke din derheqê Hevserokê HDP Selahedîn Demîrtaş de hat vekirin û heta 3 salan cezaya zîndanîkirinê bo wî tê xwestin.
Di doznameya Serdozgeriya Anadolu de, Star Medya wek gilîkar tên binavkirin û tê îdîakirin ku, Demîrtaş, beriya hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'ê, di gotarek xwe de, hin dezgehên medyayê wek armanc nîşan dane û gel sor kiriye ku êriş li wan bê kirin.
Hat destnîşankirin, piştî axaftina Demîrtaş, bombe li Star Medya û Dînamîk Radyo hatine danîn, lê bombe ji hêla tîmên şareza ve hatine tunekirin.
Demîrtaş û 9 parlamenterên HDP'ê, di operasyona 4'ê mijdarê de hatibûn zîndanîkirin.