Hesen Salih bang li PYD dike: Girtiyan berde

Herwiha diyar kir ku, tenê gunehê wan girtiyan li cem PYDê pêşwazîkirina şehîd Hebîb Qedrî bû.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

Cgirê Serokê partiya yekîtiya Kurd li Sûriyê Hesen Salih derbarê xwepêşandanên ENKS li bajarê Qamişlo bo girtina endam û serkirdeyên partiya wî ragehand ku, heta niha 6 endam û serkirde Yekîtî li cem Asayîşê girtîne, berî wan jî bo heyama 3ê mehan 40 endamên ENKSê jî hatine binçakirin û rewşa tendirûstiya wan xirab e.

Salih da zanîn ku kiryarên bi vî awayî rewşa Rojavayê Kurdistanê aloztir dike û li di berjewendiya doza gelê Kurd e ye.

Herwiha diyar kir ku, tenê guhnehê wan girtiyan li cem PYDê pêşwazîkirina şehîd Hebîb Qedrî bû.