Du taxên din yên Mûsilê hatin kontrolkirin

Artêşa Iraqê herdu taxên Mûsilê (Muharibîn, Mulemîn) kontrol kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Iraqê herdu taxên Mûsilê (Muharibîn, Mulemîn) kontrol kirin.

Fermandarê Dezgeha Dijeterora Iraqê Ebdilwehab Saidî ragihand, herdu taxên Mûsilê (Muharibîn, Mulemîn) kontrol kirin.

Saidî got jî, niha hêzên wan ber bi taxa Zihûr ya rojhilatê Mûsilê di pêşneçûnan de ne.

Herwiha Saidî amaje kir, çekdarên DAIŞê bi Hawinan welatiyên sivîl dikin armanc.

Hevdem, Çekdarên mîlîsayên Heşda Şeibî yên Şî'î ku firokxaneya Tileferê kontrol kiribûn, karîne bajarokê Tileferê ji Mûsilê qut bike û derdora wê jî dorpêç bike.