Tîma K24ê li Lîbyayê hate rizgarkirin

Tîma K24ê ku pêwendî pê re hatibû birîn, bi alîkariya hikûmeta Lîbyayê tîma K24ê re hatin rizgarkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Tîma K24ê ku pêwendî pê re hatibû birîn, bi alîkariya hikûmeta Lîbyayê tîma K24ê hatin rizgarkirin.

Berpirsekî ji Wezareta Derve ya Lîbyayê ji K24ê re ragihand, tîma rojnamevanî ya K24ê bi hewla hikûmeta Lîbyayê hate rizgarkirin.

Pêwendiya Kurdistan24ê ji duh ve bi 3ê rojnemevanên xwe Huner Ehmed, wênegir Ehmed Dilşad û Bilind Elî hatibû birîn, li Lîbyayê ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibû revandin.

Hêjayî gotinê ye ku, li ser astê Herêma Kurdistanê ji aliyên pêwendîdar, hejmarek ji endamên Encûmena Nûneran ji fraksyonên Kurdî û çend rêxistinên taybet yên mafên rojnamevanan li ser astê naxwe û cîhanê di pêwendiyê de bûn, bo parastina jiyana tîma K24ê û rizgarkirina wan.

Herwiha Wezareta Derva ya Lîbyayê û kunsulxaneya wê li Bexdayê bo rizgarkirina Tîma K24ê hewleke mezin kirin û di encamê de tîma K24ê bi saxî hate rizgarkirin.