Qamişlo.. Duyemîn Kongreya Yekîtiya Nivîskaran

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber destêwerdana partiyan, 4 yekîtî û komelên girêdayî niviskar û rewşenbîran hene û di rewşeke nakok de dijîn . Hin şopîner amaje dikin ku, gerek e niviskar xwe ji nakokiyên siyasî dûr bixin û derbarê pirsgirêkên civakî û çandî de xwedî helwest bin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li Rojavayê Kurdistanê  ji ber destêwerdana partiyan, 4 yekîtî û komelên girêdayî niviskar û rewşenbîran hene û di rewşeke nakok de dijîn . Hin şopîner amaje dikin ku, gerek e niviskar xwe ji nakokiyên  siyasî dûr bixin û derbarê pirsgirêkên civakî û çandî de xwedî helwest bin.

Li Qamişlo duyemîn kongreya Yekîtiya Nivîskarên Kurd hate lidarxistin û tê de komek ji pirsgirêkên nivîskaran hatin gotûbêjkirin, ji wan jî zêdebûna hejmara grûpên nivîskar û rewşenbîran li Rojavayê Kurdistanê de û nakokiyên di navbera van grûpan de.

Serokê Yekîtiya Niviskarê Kurd Dîlawerê Zenkî di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: “Gelek nivîskarên me ne serbixwe ne, ne xwedî pênûseke azad in, lewra dixwazin rengê xwe yên partîtiyê derbasî nava karên rewşenbîriyê bikinm bi vê yekê jî karê rewşenbîriyê têk diçe, ji ber ku divê nivîskar wijdanê gelê xwe be û gerek e berjewendiya xwe bide pêş.”   

Endamê Yekîtiya Nivskar û Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Ehmad Hûseyînî jî got: “Ev ne pirsa siyasetmedaran e. ez siyasetmedaran rexne nakim. Ev pirs a me ye, emê çawa xwedî bîr û bawerî bin, emê çawa xwedî helwest bin, emê çawa bikarin ku ewê siyasetmedar rêza me bigirin û di kêlîkên dijwar de ji me bitirsin û bizanibin ku gotina me jî di civakê de heye.”

Di sala 2013an de yekemîn yekîtiya nivîskaran li Rojavayê Kurdistanê hate damezrandin, ji ber hin nakokiyan jî ev yekîtî hate perçekirin.