Çaremîn salvegera şehîd Hozan bibîr hat

Bi salvegera çaremîn ya şehîdbûna rojnamevan Hozan Abdilhelîm Ebûzêd li Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye daxuyniyek belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi salvegera çaremîn ya şehîdbûna rojnamevan Hozan Abdilhelîm Ebûzêd li Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye daxuyniyek belav kir.

Şehîdê rojnamevan Hozan Ebdilhelîm Ebûzêd ku di 19 Mijdara 2012an li bajarê Serê Kaniyê dîmenên bûyerên bajêr digirtin, bi guleya nîşanvanekî şehîd bûbû.

Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye bi çaremîn salvegera şehadeta şehîd Hozan daxuyniyek belav kir û ragihand,  ji destpêka şoreşa Sûrî ve bi çalakî kar dikir ku, dengê Kurd bi taybetî û dengê Sûriyan bi giştî bigihîne raya giştî.

Sendîkaya Rojnamevanan amaje bi wê yekê kir, tevî astengiyên karê rojnamevanî û metirsiyan, şehîd Hozan bi kamîreya xwe û bi cegerdarî dîmen û wêneyên çalakiyan bo kenalên asmanî veguhêstin.

Di daxuyaniyê de hat jî ku li gor raportên rojnamevaniya cîhanê, Sûriye yek ji metirstirîn welat e li ser jiyana rojnamevanan, ku gelek rojnamevan bûn qurbaniyên şer, herwiha gelek rojnamevan di zîndanên rêjîm û grûpên çekdar de ne.

Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye di daxuyaniyê xwe de got jî: “Em di Encûmena Sendikeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê de, em salvegera hevkarê xwe Hozan Abûzêd bibîr tînin û sozê bi xwîna wî û xwîna hevalên wî yên li ser xaka Sûriyê şehîd bûne, didin ku, emê li xwîna wan wefadar bin. Herwiha emê rastiyê ji xelkê re veguhêzin heger çendî buhayên wê giran bin.”

Şehîd Hozan di sala 1993 li Qamişlo jidayik bû. Ji destpêka şoreşa Sûriyê de wek çalakvanekî medyayî kar dikir, di hemû xwepêşandanên Qamişlo de pişikdar bû, ku bi navê “Qaşoşê Qamişlo” dihat naskirin. di 19 Mijdara 2012 de gava bûyerên Serê Kaniyê bi kamêreya xwe belge dikir, şehîd bû.