20emîn Fîstevala Gelawêj dest pê kir
K24 – Silêmanî
Li Silêmaniyê, bi beşdariya hejmarek ji nivîskar, wêjevan û hunmermendan 20emîn Fîstevala Gelawêj dest pê kir.
Serokê Navenda Wêjeyî û Rewşenbîrî ya Gelawêj Newzad Ehmed ji K24ê re axivî û got. “Fîstevala Gelawêj bi giştî salane û bi çend beş û babetên cuda lidar dikeve. Îsal wek salên borî pêşbirkeke wêjeyî heye, ku roja dawiyê ya fîstîvlê serkeftiyan radigihînin.”
Herwiha Ehmed amaje kir, pêşangeha pirtûk û numayişa şano û helbestê û çend çalakiyên din jî hene. Ji bilî lêkolînên cuda ku rojane tên pêşkêşkirin.
Ehmed got jî: “Tiştê ku îsal cuda ew e ku tewerekî taybet bo jenosida Ermenan û pêwendiya wê bi Kurd jî heye, ku hejmarek nivîskar û lêkolînvan ji komara Ermenistanê bo fîstîvalê hatine vexwandine.”