”Ka li ser sîstemeke federalî û nenavendî bo Kurdistanê li hev bikin”

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand, “Heger Silêmanî naxwaze li jêr ezmûna Hewlêr de bijî, bila em li ser sîstemeke federalîzmî û nenavendî ji Herêma Kurdistanê re lihev bikin, wek sîstema nenavendî ya ku heye. Di Encûmena Wezîran de me dest bi guftûgoyê li ser dariştina awayê sîstema hikumraniyê li Kurdistanê û dabeşkirina desthilatê bo parêzgeh û qezayan kiriye.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand, “Heger Silêmanî naxwaze li jêr ezmûna Hewlêr de bijî, bila em li ser sîstemeke federalîzmî û nenavendî ji Herêma Kurdistanê re lihev bikin, wek sîstema nenavendî ya ku heye. Di Encûmena Wezîran de me dest bi guftûgoyê li ser dariştina awayê sîstema hikumraniyê li Kurdistanê û dabeşkirina desthilatê bo parêzgeh û qezayan kiriye.”

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di çarçoveya gotarekê de ku destpêka vekirina Fîstevala Gelawê de pêşkêş kir û amaje bi rewşa siyasî, kargêrî, sîstema hikumraniya Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên sereke kir.

Talebanî di gotara xwe de amaje bi çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de kir û got: “Ez jî ligel wê yekê me ku pirsgirêkên Herêma bi Bexdayê re çareser bibin, lê divê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Silêmaniyê çareser bibin, piştre bêne ser pirsgirêkên mezin yên din. Piştî 25 salan ji hikumraniyê me nikarî formek ava bikira bo pêkvejiyanê di nava Kurdistanê de, ma emê çawa bikarin bi asanî ligel Bexdayê lihev bikin.”

Derbarê hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo çaksazî û çareserkirina pirsgirêk û krîzan, Talebanî ragihand “Me dest bi bernameya derbaskirina Kurdistanê ji vê qonaxa nexwastî kiriye. hewlên me bo çareserkirina kargêrî, di warê darayî de ji tomarkirina mûçexwaran û nehêştina du mûçe û sê mûçeyên ne yasayî û çaksaziya karta kehrebê dest pê kiriye.”

Talebanî diyar kir hûrgiliyên li ser proseya petrol û gazê û bikaranîna petrolê, hinardin û firotana dest pê kiriye, ku ev yek ji aliyê du şîrketên mezin ên cîhanî tên birêvebirin. Gelek karên cidî hene ku divê em bi hev re bikin. Ji ber vê yekê divê em xwe ji gotarên gef û hev şkînandinê dûr bisekinin.

Herwiha got: “Rûyê pirsgirêkan berve çareserbûnê ne, lê bo gihêştin wê rojê û piraniya pirsgirêkên me çareser bibin, pêwîstiya me bi parlemento heye, pêwîstiya me bi dûrketina ji siyaseta hişk û kînê heye.”

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê ji ber şerê DAIŞê kir û got: “Îro xwîn li Kurdistanê tê rijandin û cîhan şanaziyê bi Pêşmerge û hêzên ewlehiyê dikin, Kurdistan roj bi roj ji qonaxa dawî ya DAIŞê nêzîk dibin,  lê bi têkbirina vê DAIŞê gefa terorê xilas nabe.”

Herwiha talebanî got: “DAIŞ ne rêxistineke ji derve hatiye, ku îdeolojiya xwe bi xwe re anînbe vî welatî, DAIŞ jixwe rêxistineke Iraqî ye, bidestxistina serkeftinên çekdarî gelek asantir e ji serkeftina şerê hizrî û fikrî. Têkbirina hizra tundrewiyê li Iraqê û herwiha tovên wê yên Kurdistanê pir bi hêsanî nabe. Ji bo vê xebateke stratejîk  karekî cidî pêwîst e.”