Li Rihayê 35 welatiyên Sûrî hatin girtin
K24-Navenda nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Rihayê 35 Sûriyê di operasyonekê de hatin binçavkirin.
Îro, li bajarê Rihayê polîsên dijî terorê bi fermana dozgeriyê li dijî DAÎŞê operasyonek berfireh pêk anîn û bi ser malên penaberên Sûriyê de girtin.
Li gor polîsên Tirkiyê ew kes bi tohmeta pêwendiyên wan ligel DAÎŞê hene, di encama operasyonê de 35 kes hatin binçavkirin.
Herwiha di malên kesên binçavkirî de hejmarek belge hatine bidestxistin û dê derbarê DAÎŞê de werin lêpirsîn û lêkolînkirin.