Komela Îslamî:Peyama Barzanî bikin deriyek bo civîna aliyên siyasî

K24-Navenda Nûçeyan

Komela Îslamî ya Kurdistanê helwêsta xwe derbarê peyama serokê Herêma Kurdistanê de ragehand û wek deriyek bo civîna aliyên siyasî binav kir.

Komela Îslamî ya Kurdistanê îro, daxuyaniyek belav kir,  tê de wiha hatiye gotin: ‘’Em wek Komela Îslamî, vê rewşa aloz û tengaviyên kirîzê li gor me,  ya baş em peyama Barzanî bikin deriyek bo civîna aliyên siyasî.’’

Ev jî deqê daxuyaniyê ye:

Bismillahî El-Rehmanî El-rehîm

Em wek Komela Îslamiya Kurdistanê, di vê rewşa aloz û tejî di tengaviyên kirîz de, li gor me ya baş em peyama Kak Mesûd Barzanî bikin deriyek bo civîna aliyên siyasî, herwaha bo peydakirina deriyekê ku ji nerazîbûnên fermanberan re û hemwelatiyan û rizgarbûna ji vê kirîza siyasî, yasayî û darayî ku, herêma Kurdistanê tê de derbas dibe. Eger civîn hatin kirin, wê demê emê pêşneyar û axaftinên xwe bikin, ku di berjewendiya hemwelatiyên Kurdistanê de be û di civînê de emê aşkera bikin. 

Encûmena siyasî /Komela Îslamiya Kurdistanê

21.11.2016