Felah Mistefa bo Kanadayê: Rasterast çekan bişînin

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di foruma Halifax de beşdar bû, ku li Amerîkayê birêve diçe û taybet e bi stratîjiya cîhanê di rûbirûbûna DAIŞê de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di foruma Halifax de beşdar bû, ku li Amerîkayê birêve diçe û taybet e bi stratîjiya cîhanê di rûbirûbûna DAIŞê de.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa daxwaz ji hikûmeta Kenedayê kir, rasterast serederiyê digel hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin û bi awayekî rasterast alîkariyên xwe yên leşkerî û darayî bişînin Herêma Kurdistanê.

Hikûmeta Kanadayê berî du rojan ragihandibû, ew dixwaze alîkariyên leşkerî bişîne Herêma Kurdistanê, lê hikûmeta Bexdayê rê nade.

Herwiha Mistefa got: “Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê hêjayî wê yekê ne, ku bi awayekê rasterast alîkariyên leşkerî û çek û teqemenî ji wan re were şandin, ji ber ku take hêza sereke ye rûbirûyî DAIŞê bûne.”

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa rexne li welatên rojava girtin, ku heya niha bi riya Bexdayê alîkariyên leşkerî digehînin Hêzên Pêşmerge.