Amadekarî ji nîv milyon koçberên Mûsilê re tê kirin

Amadekarî bo hatina nîv milyon koçberên Mûsilê bo Herêma Kurdistanê û navçeyên rizgarkirî tên kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan  

Amadekarî bo hatina 450 hezar koçberên Mûsilê bo Herêma Kurdistanê û navçeyên rizgarkirî tên kirin.

Berdevkê hikûmeta Brîtanya ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê Edwin Samuel di daxuyaniyekê de ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî û Neteweyên Yekbûyî giringîyeke mezin didin hatina koçberên ji Mûsilê.

Samuel eşkere kir, ku dest bi avakirina hin kampên nû hatiye kirin, ji bo pêşwazîkirina zêdetirî 450 hezar koçber, ku tê çaverêkirin ji Mûsilê bên.

Li gor daxuyaniyê, heta niha 7 kamp hatine amadekirin, ji bo 55 hezar koçberan û di niha de jî kar ji bo danîna hin kampên nû tê kirin, ku dikare 450 hezar kesan li xwe bigre.

Yek ji wan kampan li Hesen Şam tê danîn û dikare pêşwazîya 11 hezar awareyan bike, yek din jî li rojavayê Mûsile, ku dikare 18 hezar koçberan li xwe bigre.

Berdevkê hikumeta Brîtanya diyar dike, bi sedema şewitandina bîrên petrolê li Geyare hezar û 400 kes bi tengenefesiyê nexweş bûne û pêwîstiya wan bi alîkariyên tenduristî yên bilez hene.