Parlementoya Ewrûpa gotûbêjan li ser Tirkiye dike

Grubên siyasî di Parlementoya Ewrûpa de, bi egera ku ”mafên demokratîk tên binpêkirin“, daxwaza rawestandina pêwendiyên endametiya Tirkiye dikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Parlemetoya Ewrûpa di civîna xwe ya îro de, rewşa danûstandinan li gel Tirkiye digre dest. Li gor agahdariyan, zêdeyên parlementerên Yekîtiya Ewrûpayê dixwazin, ku pêvajoya têkiliyên endametiyê li gel Tirkiye bên rawestandin.

Di civîna ku di bin serokatiya, Serokê Parlemetoya Ewrûpayê Martin Schulz de pêk te, herweha Nûnera bilind a pêwendiyên derve ya Yekîtiya Ewrûpa Federica Mogherini jî amade dibe.

Grubên siyasî di Parlementoya Ewrûpa de, bi egera ku ”mafên demokratîk tên binpêkirin“, daxwaza rawestandina pêwendiyên endametiya Tirkiye dikin.

Berî çendîn rojan jî, Yekîtiya Ewrûpa ”rapora Tirkiye“ weşandibê, ku tê de rexneyên tund li siyaseta Tirkiye yên nedemokratîk hatibûn kirin. Di raporê de, di gelek waran de nimêneyên nedemokratîk li Tirkiye hatibûn rêzkirin.