Barzanî: Armanca me asayişa Xristiyan û Êzdiyan e

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Pîran a Fransa kir û di wê hevdîtinê de ragihand, armanca me ya sereke piştî DAIŞê dabînkirina asayiş û bexteweriya xelkê navçeyê bi taybetî Êzdî û Xristiyan in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Pîran a Fransa kir û di wê hevdîtinê de ragihand, armanca me ya sereke piştî DAIŞê dabînkirina asayiş û bexteweriya xelkê navçeyê bi taybetî Êzdî û Xristiyan in.

Malpera “KDP.info” belav kir ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Selahedîn pêşwaziya Endamê Encûmena Pîrên Fransayê Bernard Kazwa û şandeke li gel kir û behsa rola Pêşmergeyê Kurdistanê li dijî DAIŞê kir û ragihand, Pêşmerge cihê şanaziya gelê Kurdistanê û parêzvanê hemû pêkhateyên e.

Di wê hevdîtinê de Serokê şandê silav û rêzên Serokê Encûmena Pîran a Fransa bi Serok Barzanî gihand û her wiha behsa li wê yekê kir ku welatê wan gelek bi girîngiyê ve temaşa jiyana siyasî û civakî û aborî ya Kurdistanê dike û agahdarî qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistane. 

Her wiha ji bo serkirdayetîkirina serkeftiya şerê terorîstên DAIŞê destxweşiyê li Serok Barzanî kir û serxweşiyên xwe jî pêşkêşî Serok Barzanî û kesukarê şehîdên Pêşmerge kir ku canê xwe li şerê dijî terorîstan da gorî kirine û ragihand Pêşmerge li asta cîhanê de bûye semboleke mezin û cihê şanaziya cîhanê.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasî Serokê Encûmena Pîran a Fransa kir û ji bilî balkişandina serdana Serokê Fransa ya Hewlêrê û di destpêka êrîşên DAIŞê de, tekez li ser dostayetiya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê kir û spasî hemû aliyên siyasiyên welatê Fransa kir ku hevsozê êşên gelê Kurdistanê bûne. 

Serok Barzanî di dirêjahiya axaftina xwe de tîşk xist ser qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê terorîstan û parastina pêkhatên neteweyiyan û ragihand Pêşmerge cihê şanaziya gelê Kurdistanê ye. 

Her wiha behsa operasyona azadkirina Musilê kir û wê yekê xisterû ku Pêşmerge wê rola ku li operasyonê da li ser milê wî bûye bi serkeftî encam daye û hêlên bergiriyên DAIŞê li dewrûbera Musilê de têkşikandiye. 

Her wiha balkişand li ser wê yekê ku armanca me ya serekî piştî DAIŞê dabînkirina asayiş û bexteweriya xelkê navçeyê bi taybetî Êzdî û Mesîhî û li her rêkkeftinek da jî divê daxwaza runiştvanên navçeyê jî li ber çav bê girtin ku çi aliyek asayîşa navçeyê dabîn bike.

Her di vê kombûnê de behsa rewşa koçberan û rewşa siyasî û emnî ya Sûriye û pêşhatên siyasiyên dawî ya Tirkiyê û paşaroja Herêma Kurdistanê kirin.