Rewşa karmendê Radyoya Welat FM di metirsiyê de ye

Şeva borî hatibû revandin.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî ku, derengiya şeva borî  karmendê Radyoya WelatFM Serdar Darî  ji aliyê hin kesên nenaskirî ve hatibû revandin, îro li gundê El-Xemail ku, bi 20Km ji bajarê Hesekê dûre di rewşeke xirabe de û nîvkuştî hate dîtin.

Malbata rojnamevan Serdar Darî tekez kirin ku, kurê wan bi wayeke tûn hatiye êşkencekirin û bi kêrê li piştî wî hatiye xistin, da zanîn ku, niha di nexweşxaneyê de ye û pêwîstiya wî bi niştegeriyekê heye, jiaya wî jî di metirsiyê de ye.

Serdar Darî karmendê Radyo û Kovara Welat FM e, set 7ê şeva borî li kafênetekî li bajarê Hesekê ji aliyê sê kesan ve hate revandin.

Ji aliyeke din ve Asayîşa Amûdê karmendê Radyoa Amûdê Sîpan Hac Qasim girtin û ew bi ciheke ne diyar ve birin.