Barzanî: Şehîdkirina mamoste Huşyar, terorkirina pêkvejiyanê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê şehîdkirina Dr. Hoşyar Îsmaîl de pêwendiyeke telefonî bi Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn re kir û got: “Şehîdkirina mamoste Huşyar, terorkirina miyanrewî û pêkvejiyanê ye.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro di pêwendiyeke telefonî de bi Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn re derbarê şehîdkirina mamosteyê olî Dr. Hoşyar Îsmaîl de hevxemiya xwe derbirî û serxweşî li Emîndarê Giştî yê Yekgirtû û malbata şehîd Dr. Huşyar kir.

Barzanî bi tundî ew bûyera terorî şermezar kir, ku bi derheqê mamoste û kesayetiya niştimanperwer li Hewlêrê encam daye û ragihand: “Şehîdkirina mamoste Huşyar, şehîdkirina dengê miyanrew û pêkvejiyanê ye.”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê di wê pêwendiya telefonî de got: “Ew bûyer ne mirovane ye û li dijî hemû aliyekî ye, bi taybet li dijî min hatiye encamdan. Min Emîdarê Giştî yê Yekgirtû agahdar kiriye, ku dezgehên pêwendîdar raspartine ku bi zûtirîn dem, sedem û encamderê wê tawanê bibînin û radestî yasayê bikin.”

Şeva borî, li Hewlêrê teqe li mamosteyê olî Dr. Huşyar Îsmaîl hate kirin, piştî ku gihêşt nexweşxaneyê, canê xwe jidest da.