Heşda Şeibî plana xwe aşkere dike

Çekdarên Heşda Şeibî ku ji aliyê Îranê ve piştvaniya wan tên kirin, ragihand ku, ew gihêştine hêla bergîriyê ya hêza Pêşmerge li rojavayê Mûsilê û bi vê yekê karîne Mûsilê bi dorpêç bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên Heşda Şeibî ku ji aliyê Îranê ve piştvaniya wan tên kirin, ragihand ku, ew gihêştine hêla bergîriyê ya hêza Pêşmerge li rojavayê Mûsilê û bi vê yekê karîne Mûsilê bi dorpêç bikin.

Serkirdekî Heşda Şeibî bi navê Ebû Mihdî Muhendis ragihand, di qonaxa çaremîn ya operesyona rojavayê Mûsilê de, çekdarên Heşda Şeibî karîn heta nêzîkî hêla bergîtiyê ya hêza Pêşmerge, bipêş kevin û berve Şingalê biçin. Bi vê yekê karîne Mûsilê bi dorpêç bikin.

Muhendis diyar kir ku, riya 60 K.M ya di navbera Mûsil û Tileferê de hîn di bin kontrola DAIŞê de ye.

Herwiha got jî, ti çekdarekî DAIŞê li wê navçeyê nemaye, ji bilî ewên li ser riya bilez ya Tilefer û Mûsilê ne. Heşda Şeibî jî hewla çareserkirina rewşê dike, wek amajeyek e ku Heşda Şeibî bi niyaz e wê hêla di navbera Tilefer û Mûsilê kontrol bikin.