18 Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê rizgar bûn

Li qezaya Tileferê 18 welatiyên Kurd ên Êzidî ji 2 salan ve ji aliyê DAIŞê ve hatibûn girtin, karîn xwe ji destê DAIŞê rizgar bikin û xwe bigihînin navçeyên Şingalê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li qezaya Tileferê 18 welatiyên Kurd ên Êzidî ji 2 salan ve ji aliyê DAIŞê ve hatibûn girtin, karîn xwe ji destê DAIŞê rizgar bikin û xwe bigihînin navçeyên Şingalê.

Jêderekî ji hêza Pêşmerge li wê navçeyê ji K24ê re ragihand û got: “Dema çekdarên DAIŞê li wê navçeyê neman, wan 18 welatiyên Kurd ên Êzidî karîn xwe rizgar bikin.”

Wê jêderî diyar kir, ew 18 welatiyên rizgarbûyî ji yek malbatê ne, ku ji 2 mêr, 7 jin û 9 zarokan pêk hatibûn. Ji ber pêveçûnên hêzên Iraqî li navçeyên Tilefer û rojavayê Mûsilê, derfet bo wan kesan çê bû, ku ji destê DAIŞê rizgar bibin.

Herwiha wî jêderî li ser zarê wan kesên rizgarbûyî got, ew ji du salan ve li cem DAIŞê girtî mabûn. Lê tiştekî seyr bû, ku ji nişkê ve çekdarên DAIŞê li wê navçeyê neman, di heman demê de jî wan derfet dîtin û karîn xwe rizgar bikin û xwe bigihînin hêza Pêşmerge.